Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Nasnav |
Hêlîn Qereçox |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe |
Aktîvîsta/ê siyasî, militant |
Bav |
Mont Campbell (en) |
Endama |
Hunt Saboteurs Association (en) Industrial Workers of the World (en) Anarchist Black Cross (en) Yekîneyên Parastina Jinê |
Şerê tevlêbûyî | |
Tevger |
Anna Montgomery Campbell (jdb. 1991, Lewes, Înglistan - m. 15 adar 2018, Efrîn, Rojavayê Kurdistanê), şervaneke enteryonalîst e ku bi navê xwe yê bi kurdî Hêlîn Qereçox jî tê zanîn. Hêlîn femînîst, anarşîst û çalakvana rakirina zindanan a brîtanî bû ku di nav hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de li Rojavayê Kurdistanê di dema şerê navxweyî ya Sûriyê de şer kiriye.
Hêlîn Qereçox di sala 2017an de di dema şerê li DAÎŞê li Rojavayê Kurdistanê, ji Brîtanyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Piştî perwerdeyeke leşkerî ya kurt di gulana sala 2017an de tevlî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dibe ku rêxistineke leşkerî ya kurd e ku bi tenê ji jinan pêk tê.
Hêlên Qereçox li Rojavayê Kurdistanê beşdarî gelek şer û pevçûnan dibe ku yek ji van Operasyona Dêrazorê ye ku li dijî keleheke girîng a DAÎŞê hatiye lidarxistin. Piştî şerê dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve di 20 kanûna paşîn a 2018an li dijî kurdan pêk hatiye, Hêlîn Qereçox ji bo veguhaztina sivîlan derbasî Efrînê bûye. Hêlîn di 15ê adara sala 2018an de di dema ku sivîl ji bajêr dihatin derxistin, di encama bombebarana dewlata tirk de jiyana xwe ji dest daye.